Ne wekîl, lê hevrêya ciwanan
Dersim Dag di hilbijartinên 2018'an de dema ji HDP'ê weke wekîla herî ciwan hate hilbijartin 22 salî bû. Dersim Dag ji gel re qala Partiya Çepên Kesk dike.
Dersim Dag di hilbijartinên 2018'an de dema ji HDP'ê weke wekîla herî ciwan hate hilbijartin 22 salî bû. Dersim Dag ji gel re qala Partiya Çepên Kesk dike.
Dersim Dag ku di hilbijartinên 2018'an de ji Amedê bû parlamenter, weke jineke ciwan a ku ji aliyê gel ve gelekî tê hezkirin niha ji Partiya Çepên Kesk li Stenbolê bûye namzet û ji gel re qala pîvanên Partiya Çepên Kesk dike.
Dersim Dag gava ku bû parlamenter, di nava 5 salên li meclîsê de 404 pêşnûme pirs, 13 pêşnûme qanûn, 830 pêşnûmeyên lêkolînkirinê pêşkêş kir û bû yek ji wekîlên herî jêhatî, xebatkar.
Dersim Dag li nava malbateke xizan a ji Amedê ji dayik bû. Hîn pênc mehî bû, malbata wê koçî Stenbolê kir. Ji ber polîtîkayên asîmîlasyonê yên dewletê, di zarokatiya xwe de li dibistanê nêzîkatiyên cihêkariyê dît û fêhm kir ku rabûna li ber vê cihêkariyê ji bo wê serketina li nava jiyanê û xwedîderketina li nasnameya xwe ye.
Dag niha li Stenbolê karên hilbijartinê dimeşîne. Bi taybetî dayikên Kurd gelekî hez ji Dag dikin. Dag mîna zaroka xwe dibînin û di heman demê de hurmetê nîşanî wê didin. Dag di civînên gel de bi Kurdî diaxive, lewma jî dayik wê nêzî xwe dibînin. Di dema civîneke gel de ya li Haciahmetê, dayikek dema bi Dag re sohbet dikir, ji jineke din re digot 'Zaroka me mezin bûye, dema ku nû hate hilbijartin gelekî kelecanî bû."
HEVRÊYA CIWANAN
Dag li nava tevgera ciwanan dest bi têkoşînê kir û hilbijartina Dag ji bo ciwanan xwedî girîngiyeke mezin bû. Ciwanên Kurd kêfxweş in ku hevrêyeke wan li meclîsê ye, li pirsgirêkên wan guhdarî dike. Ciwanên ku di korteja 1'ê Gulana 2023'an de ji me re axivîn, diyar kirin ku Dag ne wekîleke, lê ji bo wan hevrêyeke. Gava têkildarî wê diaxivîn digotin, 'Hevala Dersim'. Dag piştî ku hate hilbijartin jî di nava têkoşîna ciwanan de ma, lewma ciwan ti carî weke wekîlekê li wê nenihêrîn. Ji ber vê yekê dema qala Dag dikin dibêjin heval an jî hevrê.
Di k orteja Meclîsa Ciwanan a Partiya Çepên Kesk a 1'ê Gulanê de ciwanek ji bo Dag bi vî rengî axivî: "Dema ku me digot 'Me bi ciwantî destpê kir, em ê bi ciwantî biqedînin' me ne tenê dirûşmek qîriyan. Di şexsê hevala Dersim de divê her kes zanibe ku ev tevger her tim di temenê 20 salî de ye. Her tim wê xwe biparêze û bi ser bikeve."
Dag bûye hevrêya ciwanan, keça dayikên Kurd. Li her devera Stenbolê bi eleqeyeke mezin a ciwanan û jinan tê pêşwazîkirin.
Dersim Dag bang li gelan dike ku di 14'ê Gulanê de dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk.